Amedspor bi serkeftina Super Lîg bû sembola neteweyî

Hatice Kamer Credit: SBS Audio
Tîmê futbola Amedê, Amedspor çû Super lîga Tirkîye. Ev serkeftin di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir. Ev tîm êdî weke sembola Kurdan e, yek ji wan tîman e ku ji du milyonî zêdetir alîgirên xwe yên fermî hene. Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Sertokê MHPê Devlet Bahçelî jî serkeftina Amedspor pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye ku Devlet Bahçelî sê salan berê di gotibû "Ji bo me cîhek bi navê Amedê nîne.’’ Lê hin şîrovekar îdia dikin ku serkeftina Amedsporê ji encama pêvajoya siyasî ye ku du sal in li Tirkiye didome ye.
Share


