Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû.
Li Amedê, ji bo temaşekirina maçê, li parkekê televîzyonên mezin hatin danîn û gelek kes maç zindî temaşe kirin. Ehmed jî yek ji wan bû û got: “Ez difikirim ku Tirkiyê bi kadroyek û taktîkên şaş lîst.”
Şîrovekarê futbolê Ali Fikrî Işık jî nirxandina xwe ya li ser maçê kir û got:
“Tîmê Australya kêmasiyên tîmê Tirkiyê pir baş analîz kiribûn. Di nav lîstikvanên Australya de hevsengiyeke baş hebû û wan dizanibû ku bergiriya Tirkiyê gelekî lawaz e.”
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike



