SKIP TO MAIN CONTENT

Baxçeyê Botanîk yê Sydney vê biharê bi kulîlkan hatiye xemilandin

Paul Nicholson.jpeg
Paul Nicholson, horticulturist Credit: Botanic Gardens of Sydney

Bi nêzîkbûna biharê re, Baxçeyê Botanîk yên Sydney bi kulîlkên rengîn, kulîlkên bîhnxweş û çalakiyên cûrbecûr ji bo mêvanên ji her temenî vedigerin jiyanê. Di hevpeyvîneke bi SBS Kurdî re, Paul Nicholson, ku ji sala 1993-an vir ve li Baxçeyê Botanî kar dike û niha kurator û pisporê nebatan e, li ser dîroka dewlemend a baxçeyan û girîngiya wan ji bo Sydney ya îroyîn vedibêje.


Published

Updated

By Mayada Kordy Khalil

Source: SBS



Skip to podcast episode content

Bi nêzîkbûna biharê re, Baxçeyê Botanîk yên Sydney bi kulîlkên rengîn, kulîlkên bîhnxweş û çalakiyên cûrbecûr ji bo mêvanên ji her temenî vedigerin jiyanê. Di hevpeyvîneke bi SBS Kurdî re, Paul Nicholson, ku ji sala 1993-an vir ve li Baxçeyê Botanî kar dike û niha kurator û pisporê nebatan e, li ser dîroka dewlemend a baxçeyan û girîngiya wan ji bo Sydney ya îroyîn vedibêje.


Li gorî berêz Nicholson, baxçe her sal zêdetirî pênc mîlyon mêvanan pêşwazî dike. Her weha dîmenên bendera spehî pêşkêş dike, ew derfetê didin xelkê ku li ser nebatên ji her çar aliyên cîhanê fêr bibin, cureyên neasayî kifş bikin û bedewiya xwezayê di nîvê bajarekî qerebalix de biceribînin.

1 Botanic Gardens of Sydney.png
Credit: Botanic Gardens of Sydney

Bihar yek ji demsalên herî zindî di baxçeyan de ye. Mêvan dikarin ji kulîlkên kaxezî û pençeyên kangeru yên li nêzikî deriyê Operayê kêfê bistînin, di heman demê de Meşa Biharê (Spring Walk) ya dîrokî darên wisteriayên rengîn, û dara macadamia ya navdar a baxçeyan nîşan dide, ku kulîlkên wê yên pembe dîmeneke balkêş diafirînin. Ev mewsim her wiha pirbûna mêşênhingiv e xwecî û Ewropî tîne, û enerjî û biyolojîk cihêrengiya baxçeyan zêde dike.

SprinG Walk_Royal Botanic Garden Sydney.png
SprinG Walk at Royal Botanic Garden Sydney Credit: Botanic Gardens of Sydney
  Jacaranda
Botanic Gardens of Sydney Jacaranda Credit: Botanic Gardens of Sydney

Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike


Latest podcast episodes

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Stream now