Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.
Herweha di raportê de behs li ser dozgerên Îzmîrê ku lêpirsîneke cezayî li ser Rahmi Koç, endamê herî mezin ê malbata Koç û xwediyê mezintirîn şîrketa karsaziyê ya Tirkiyeyê, Koç Holding, dest pê kirin. Lêpirsîn piştî bertekeke li ser henekek wî ya li ser jinên Kurd di merasîma vekirinê ya 5ê Hezîranê de derbarê vekirina nexweşxaneyekê pêk hat.

Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike



