Xewnên Rengîn û Rastiya Resh-spî – Penaxwaz
A syrian girl in a refugee camp in Greece Source: AAP
Mamoste Shahîn Bakir Soreklî shirove dike; Penaxwazan di xwegîhandina hinekan ji welatên Ewropayê, yan welatekên wek Australya, Keneda û Amerîka de shêweyeke ji behushta li ser erdê hêvî dikin. Gellek ji van penaxwazan, ne ku tenê pereyan deyn dikin, yan heyîyên xwe difroshin, da ku pereyan bidin qachaxciyan, lê her weha mirinê didin pêsh chavan ji bo xwegîhandina welatekî din. Hema sal 2016 bi hezaran ji penaxwazên afrîkayî, rojhilatnavînî û yên din di ava deryayan de, yan li ser sînoran mirin. Xewnên wan yên rengîn bi mirinê bi dawî hatin.
Share



