Darwin, paytexta Herêma Bakur, bajarekî tropîkal û pirçandî ye ku nêzîkî 150,000 kes lê dijîn. Bajar bi avhewaya xwe ya germ, bazarên li derve û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Nêzîkbûna Darwin bi Asyayê re û mîrateya xwecî ya bihêz nasnameyeke taybetî dide wî bajêrî. Ew her wiha deriyek e ku ber bi dîmenên xwezayî yên navdar e wekî Parka Neteweyî ya Kakadu - Kakadu National Park. Li gorî Serjimêriya 2021an, li Herêma Bakur 8 kesên kurdîziman dijîn. Darwin cihê ku xweza, çand û jiyana rihet li hev dicivin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share






