Hobart, paytexta Tasmania ye, bajarakî bêdeng û bi xwezayê ve girêdayî ye ku li binê Çiyayê Wellingtonê cih digire. Ev bajar bi dîroka xwe ya kolonî û cihên dîrokî yên wek Salamanca Place tê nasîn, ku bi embarên kevirî yên salên 1830’an navdar e. Her çende ku Hobart ji bajarên mezin ên Australya piçûktir be jî, di salên dawî de wekî navendeke çandî û afirînerî pêş ketîye. Huner, xwarin û geştiyarî roleke girîng di pêşveçûna bajêr de dilîzin. Li gorî Serjimêriya 2021’an, li Tasmania 14 kesên kurdîziman dijîn. Hobart îro wekî bajarekî ku dîrok û xwezaya kovî di nav hev de digihîjin tê dîtin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share






