Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.
Di nav deh salan de 4,437 jin li Tirkiyê hatine kuştin. Parêzvanên mafê jiyana jinan dewletê sûcdar dikin ji ber ku cezayên sivik didin kujeran. Her weha dixwazin qanûnên ku mafê jiyana jinan diparêzin û Peymana Stembolê ji nû ve were bicîkirin.
Şaredarîyên Amedê û Baroya Amedê jî li hember tundiya li ser jinan ji bo piştgiriya qanûnî ya belaş protokolek îmze kirin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike



