Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran de

Hatice Kamer Credit: SBS Audio
Lêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêşemê (21/04/2026) ew dersixstin pêş dozger bi dexwaza girtinê. Heta niha 15 kes di vê lêpirsînê hatine girtin.
Share


