Bûyer û êrîşên li ser Kurdan, li bakurê Surîye, li Tirkiyê bi taybetî di nav raya giştî ya Kurdan de dibe sedema nerazîbûnan. Dayikên Aşitîyê bi otobêsan çûn Enqerê, li pêş Wezareta Karên Derve ya Tirkiye daxuyanî dan, helwesta Tirkiyê li hember van êrîşan şermezar kirin. Li parlemana Tirkiyê jî rojeva gotarên serokê MHP Dewlet Bahçelî û yê DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan, mijara êrîş û pevçûnên li bakûrê Surîye bû. Gelo ev geşedan dikare bandoreke neyênî li ser pêvajoya ku li Tirkiyê didome, bike? KCK li ser van fikaran daxuyanîyek da û helwesta Tirkiyê rexne kir.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share



