Hukûmeta Australya xwedî sîstêmeke ewlekariya civakî ye ku piştgiriyeke dahatê dide kesên mafdar. Bi rastî, pir kes dê di qonaxeke jiyana xwe de peredana hukûmetê werbigirin. Rêgezên hişk diyar dikin ku kî dikare van peredanan werbigire û çiqas tê dayîn. Di vî beşî Australia Explained de, em hin peredanên hukûmetê yên herî gelemperî ku dibe hûn mafdarbin vedibêjin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li https://shorturl.at/FpYh3

Ji bo agahdarî û serişteyên bêtir derbarê bicîhbûna jiyana xwe ya nû ya li Australya, bibin abone yan li ser podcasta Australia Explained bişopînin.
Ger pirs yan ramanên we derbarê mijarê hene, i me re e-nameyekê bişînin australiaexplained@sbs.com.au






