Ew penaberek berê ye, parêzere, Ciwana New Zealander ya sala 2017, çalakvana mafê mirovan û wekheviya zayendî û çalakvana mafên penaberan e. Ew li kampa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1991 li Pakistanê dûrî welatê xwe ji dayik bû, ku naha bi Herêma Kurdistan ê tê nasîn. Ew Rêz Gerdî ye, derçûya zanîngeha Harvard ê ye. Rêz ji SBS Kurdî re di derheqê xwendina xwe ya li Harvard ku wê mastera xwe li wir kuta kir diaxife.

Tiştê ku hîşt Rêz Gerdî li Harvardê xwendina xwe ya masterê kuta bike, kors, dersên profîsorên bi xubret û bi taybetî pêkhata pratîkî ya xwendinê ku li Xwendegeha Yasayê ya Harvard ê pêşkêş dibûn.
Rêz Gerdî di Hezîrana îsal de (2019) mastera xwe li Zanîngeha Harvard beşê Yasayê (hiqûq) kuta kir.
Ji nuha ta meheke din Rêz ê berê xwe bide DYA û Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li ser projeyeke derbarê berhevkirina belgeyan ji bo darizandina DAIŞ û karkirina ji bo mafê Êzîdiyan.






