Li gorî qanûnê Mizraklî divê derbasê girtîgehên ser vekirî bibe lê Komîsyona Girtîgehê biryar daye ku Mizrakli hîn têkiliya xwe ji rêxistinê nebirîye. Lewma dexwaza wî ya veguhestina girtîgehê an kontrola edlî hate redkirin.
Mehmet Emîn Aktar, hem Serokê berê yê Baroya Amedê ye hem parêzerê Mizrakli û yê Selahattîn Demirtaş e. Birêz Aktar biryara komîsyona girtîgehê û rewşa doza Mizraklî jibo SBSê şîrove dike.
Hêjayî gotinê ye ku hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, şeş salan berê, bi biryara Wezareta Karê Navxwe, bi hiceta endamtîya rêxistineke terorê doz li Mizrakli hate vekirin û qayûm dan ser posta wî. Piştî du mehan ew hate girtin. Mizrakli digel bi sedan welatîyan biryara qayûman li pêş şaredariyê bi çalakiyên sivîl protesto kiribû.