Parêzerê hevşaredarê Amedê li ser doza wî û rewşa girtîgehê diaxave

Hatice Kamer.jpg

Hatice Kamer Credit: SBS Audio

Raporta vê hefteyê, hevpeyvîneke digel parêzer Mehmet Emîn Aktar, parêzerê hevaşeradarê Amedê, Adnan Selçuk Mizraklî ye. Mizrakli şeş sal in li girtîgeha Edirne girtî ye, ew digel Selahattîn Demirtaş dimîne.


Li gorî qanûnê Mizraklî divê derbasê girtîgehên ser vekirî bibe lê Komîsyona Girtîgehê biryar daye ku Mizrakli hîn têkiliya xwe ji rêxistinê nebirîye. Lewma dexwaza wî ya veguhestina girtîgehê an kontrola edlî hate redkirin.

Mehmet Emîn Aktar, hem Serokê berê yê Baroya Amedê ye hem parêzerê Mizrakli û yê Selahattîn Demirtaş e. Birêz Aktar biryara komîsyona girtîgehê û rewşa doza Mizraklî jibo SBSê şîrove dike.

Hêjayî gotinê ye ku hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, şeş salan berê, bi biryara Wezareta Karê Navxwe, bi hiceta endamtîya rêxistineke terorê doz li Mizrakli hate vekirin û qayûm dan ser posta wî. Piştî du mehan ew hate girtin. Mizrakli digel bi sedan welatîyan biryara qayûman li pêş şaredariyê bi çalakiyên sivîl protesto kiribû.

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service