Rêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin.
Ji aliyekî din ve, geştiyar neçarin du qatî berê pereyan bo bilêta balafirê bidin. Berpirsên Yekîtiya Şîrketên Geştiyarî û Balafirvaniyê eşkere kirin ku sê sedem li pişt giranbûna nirxê bilêtên balafiran hene:
Buhabûna sotemeniyê ji ber girtina Tengava Hurmiz çar qat zêde bûye.
Herwiha sîgorte ya balafiran sê qat giran bûye û bilindbûna nirxê xizmetguzariyên balafirgehan.
Nûneratî û şîrketên geştiyariyê dibêjin, wekî mînak heger berê bilêtek bi 200 dolarî bû, niha nêzîkî 400 dolarî ye û herku diçe ber bi bilindbûnê ve diçe.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike




