Mamoste Shahîn Bekir Sorekli yekemîn kurd li Australya di vê hevpeyvînê de çîroka xwe ya hatina Australyayê ku di sala 1968an de bû vedibêje. Ew li ser destpêka civaka Kurd û damezrandina yekem komeleya Kurd li Australya diaxive. Herwiha ew behsa xebata di salên 1988 û 1991an de derbarê penaberên Kurd e ji Rojhilat û Başûrî Kurdistanê dike.
Mamoste Shahîn herwiha li ser destpêkirina bernameya Kurdî ya SBS diaxive û dibêje ku yekem car li radyoya 2SER FM bernameyeke Kurdî dest pê kir û paşê di sala 1985an de bernameya fermî ya SBS Kurdî hate damezrandin. Ew dijwariyên destpêkê, bertekên dijminane û girîngiya medyayê ji bo parastina nasnameya Kurdî şirove dike. Di beşê dawî de ew li ser nasname, ziman û nifşên nû diaxive û dibêje parastina ziman ê Kurdî di koçberiyê de gelekî dijwar e, lê girîng e ku zarok xwe Kurd nas bikin û peywendiya xwe bi çand û doza Kurdî re biparêzin. Ew jî bi xemgînî behsa nexweşiya xwe û rawestandina nivîsandinê dike, lê di heman demê de hêvî û silavên xwe ji civaka Kurd re dişîne.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike






