Zêdetirî 16,000 niştecîhên ji zêdetirî 150 neteweyan di roja neteweyî ya Australya/Australia Day 2022 de hemwelatiya Australî wergirtin. Di nava wan de para kesên kurdîziman jî hebû. Li Wagga Wagga kesên wek Şîlan Xodêde, bavûdiya wê û xuşk û birayê wê hemwelatî wergirtin. Li Coffs Harbour Elî Şikakî û malbata wî hemwelatiya Australî wergirtin. Li Toowoomba jî Rodî Cindo û herdu xûşkên xwe hemwelatî wergirtin.
Şîlan Xodêde, dê û bav û xwişk û birayên wê di 2016an de wek penaber hatin Wagga Wagga, Australya. Di Roja Australya de 2022 wê û malbata xwe hemwelatiya Australî wergirtin.
Şîlan Xodêde dibêje: "Bidestxistina hemwelatiya Australî gelek derfetan di peydakirina kar de di qada ku ez dixwazim dide min. Spasiya hukumeta Australya dikim ji bo vê firsendê".

Elî Şikakî û malbata wî di Adara 2017an de gihîştin Coffs Harbour; ew yekem malbata penaberên kurdên êzdî bûn ku bi eslê xwe ji Efrînê ne gihîştin wir.
"Ez dixwazim spasiya hukmeta Australya bikim ku derfet da me ku em li vî welatî ewle bijîn. Bidestxistina hemwelatîbûna me mîna sêwîyekî ku ji hêla malbateke dilovan ve were pejirandin, ji me re gelekî bi qedir û qîmete" got birêz Şikakî.

Rodî Cindo tevî herdu xwişkên xwe di sala 2017an de ji Herêma Kurdistanê, Iraqê gihîştin Toowoomba, ku ew jî ji Efrînê ne.
“Ez gelek kêfxweşim ku min hemwelatiya xwe ya Australî wergirt û ez yekem kesim li Toowoomba di nav penaberên bi kurdîaxaf yên ku bi min re hatin werdigirim. Girtina hemwelatiya Australî ji bo min, ez dikarim dengê xwe di helbijartinan de bidim. Gava ku we pasporteke Australî hebe rêwîtiya li derveyî welat hêsantir dike, ji ber ku ew ji alîyê welatên din ve rêzdar e".






