Piştî 9 salan ji komkujiyê êş û jana Êzidiyan berdewame

Yezidis Coffs Harbour.jpg

Yazidi girls embrace each other on the anniversary of the genocide in Coffs Harbour Credit: Adel Gabari

Berî neh salan, çekdarên Dewleta Islamî (DAIŞ) bi awayekî hovane êrîşî Şengalê kirin û komkujiyek li dijî Êzîdiyan pêk anîn. Zêdetirî 6,000 Êzdî hatin revandin û dora 2,700 jî winda ne.


Em bi endamên civaka Êzidî yên li Australya re axifn, Zehrê Mehmûd (Armidale), Wardah Hecî Hemîd (Coffs Harbour), Salim Husên (Toowoomba) û Muhê Xelef Muhê (Wagga Wagga) li ser hestên wan yên li hember roja xemgîn ya 3-ê Tebaxa 2014 an. Yên ku em pê re axifîn, spasiya Australya kirin ji bo bicihkirina Êzîdiyan, lê ji ber ku hin hezkiriyên wan bi salan li benda wergirtina vîzeya Australya ne, dixwazin zêdetir niştecihbûnê bibînin. Zehrê Memûd ku 9 sal in kurê xwe nedîtiye. Kurê wê di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin pnc salan girtî bû. Ew di 2019an de hat azadkirin. Xatûn Zehrê li benda ku kurê wê vîzeya Australya werbigire da ku bi dê û xûşik û birayê xwe re li vir bicîh bibe, bavê wî hîn winda ye.
Hemû endamên civaka Êzdî behsa wê yekê kirin ku rewşa ewlekarî li Şengalê, Iraq û Herêma Kurdistanê her ku diçe dijwar e û vegera gelek Êzîdiyên awarebûyî zehmet û metirsîdar e.
Yezidis in Wagga Wagga.jpeg
Yezidis in Wagga Wagga commemorating genocide anniversary Credit: Belinda Crain
Yezdis Coffs 2.jpg
Yezidis in Coffs Harbour commemorate genocide anniversary Credit: Adel Gabari
Yezidis in Toowoomba.jpeg
Yezidis in Toowoomba Credit: Salim Hussein

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service