Katia Lloyd Jones pêşangeheke wêneyên xwe yên ji Herêma Kurdistana li dar dixe. Katia nirxê riya xwe bixwe da û di nav gelek strês, nexweşî û xetereyê de derbas bû lê ji bo berhevkirina van wêneyan pir dijwarî dît.
Pêşangeha bi navê "Hurry up and Wait" e û ew li Galeriya Stirrup li Addison Road Center li Marrickville li dar dikeve. Şeva vekirinê îroj Înî 24ê Şibatê demjimêr 19:00 de ye, û roja Şemî û Yekşemê jî pêşangeh ji demjimêr 09:00 heta 16:00 vekirî ye. Katia biryar da ku hemû qezencên ji vê çalakiyê ji bo mexdûrên erdheja li Efrînê bide.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk li NSW berêz Ismet Taştan ji hêla xwediyê pêşangehê ve hatiye vexwandin ji bo li ser rewşa erdhejînê biaxafe, em jî li ser têkiliya wan di vê pêşangehê de dipirsin.






