Di 18 Îlona sala 2014 şêniyê Kobaniyê û ji 350 gundî zêdetir ji tirsa DAIŞ reviyan û berê xwe dan sînorê Tirkiyê. Kobanî ji aliyê DAIŞ ve maweyî 5 mehan hate dagirkirin û di encamê de bi sedhezaran xelk berbelav bûn û Kobanî û derdorên wê vala bûn. Ji wê demê ve dêmografiya Kobaniyê hat guhertin û pirraniya rûniiştvanên wê ji ber gelek sedaman derketin welatên biyanî. Nizar Berrî û malbata xwe di destpêka îsal 2024 de hatin Australya, em derbarê dema ku ji Kobanî reviyan û jiyana piştî derketina ji Kobaniyê ji wî dipirsin.


Share





