Sê partîyên siyasî ji bo hevdîtina Ocalan serdana Îmraliyê kirin

Di 24ê Mijdarê de ji Komîsyona Parlemana Tirkîyê sê parlementer çûn hevdîtina Abdullah Ocalan. Ji AKPê, Cîgirê Serok Huseyîn Yayman, ji MHPê, Serokê Grûpê Fetî Yildiz û ji DEM Partîyê, Cîgira Grûpê Gulistan Kiliç Koçyigit çûn Girava İmraliyê. Yekem car e ku ji bilî DEM Partîyê, parlamenterên Tirk diçin serdana Abdullah Ocalan dikin. Li alîyekî din, li Amedê ji bo 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Ji-holêrakirina Tundiya li ser Jinan, bi pêşengîya Tevgera Jina Azad (TJA) meşeke girseyî li darket. Di axaftinan de hate gotin ‘’Tundiya li ser jinan pişta xwe ji sîstêma hêza serdest a mêran digire.’’
Share

