Civaka Kurd li Sydney hestê xwe sebaret bi kocha dawî ya Serok Telebanî derdibirre

speakers at former President Jalal Talabani's wake

Source: SBS Kurdish

SBS kurdî roja Yekshema berê li bajarê Sydney li devera Olympic Park beshdare shîn û serxwoshiya Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Gishtî yê YNK mam Celal Talebanî bû. Shîn ango pirseyî matemînî ya mam Celal ji alîyê komîteya YNK û Komeleya Peshmerge Dêrînekan li Australiya hatibû organîze kirin. Birêz Sîrwan Berzencî pêshkêshvanê bûyerê bû. Nûnerên partiyên siyasî, komeleyetî, kesetiyên ji civaka kurd û endamên civaka Kurd jî beshdar bûbûn, nêzika 300 kesî ji endamên civaka kurd beshdar bûbûn. Dr Miwefeq Soranî ji komiteya YNK li Australya gotarek pêshkêsh kir, herweha Fikrî Barzanî bi navê PDK gotarek pêshkêsh kir. Peyamek ji nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Australya Heval Dosko Siyan hat pêshkêsh kirin. Mistefa Xelîl berpirsiyarê beshê Kurdî Radiyo 2000fm gotarek pêshkêsh kir. Ziryan Fettah ji Lobiya Kurd li Australya, Brûsk Ayvêrî ji KKA û Ismet Tashtan ji KNK gotar pêshkêsh kirin.



Share

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now