Di Hefteya Bêmalbûnê ya Neteweyî 2023de birêvebira Sereke ya Mission Australia Sharon Callister dibêje, welat di nav 20 salên li pêş de hewce bi mîlyonek xaniyên nû yên erzan heye. Li gor serjimêriya 2021, 122,000 kes li Australya ne xwedî cîhekî ewledar in ku lê bijîn, û ji sedî 23 ji wê hejmarê kesên di navbera 12 û 24 salî de ne.
Xatûn Sharon Callister ji me re got: “Ez dikarim ji we re bibêjim ku tê texmîn kirin di 20 salên li pêş de dê hewce bi 1000,000 xaniyên nû yên civakî û erzan hebin. Ji ber vê yekê, daxwaza xaniyan li Australya dê hewce bike ku hemî astên hukumetê bi hev re kar bikin.
Li Australya rewşeke pir xemgîn heye, welatekî bextewar mîna Australya, divê pirsgirêka bêmalbûnê tune be, bêmalî bi tevahî çareser dibe," Xatûn Callister diyar kir.





