Peyamên Tirkiye li dijî referandumê
Turkish President Source: AAP
Raporta taybete, li ser peyamên Tirkiyê yên li dijî referandumê, ji alîya peyamnêra me Hatîce Kamer ji Amedê. Di civîna Lijenya Ewlekariyê (MGK), civîna Lijneya Wezîran de li dijî referandumê peyam derketin û weke gefek mezin li ser ewlekariya Tirkiyê binavkirin. Herwiha Parlamentoya Tirkiyê roja Şemiyê jibo tezkera mudaxaleya li İraq û Suriyê dicive. AKP, MHP, CHP tezkerê erê dikin da ku artêşa Tirkiye dikaribe li İraq û Suriye operasyonên leşkerî pêk bîne. HDP li dijî derdikeve 'u dibêje tezkerê jibo Kurdan derdixin. Parêzer û şîrovekarê sîyasî Sebahattin Korkmaz li ser van pêşketinan hizrên xwe parvekir. Ew dibêje Tirkiye bi refeleksên dîrokî yên li dijî Kurdan tevdigere. Digel peywendiyên deh salan di mesela Kurd û Kurdistanê de tiştek neguheriye. "Ev peyame weke blof û siyaseta li ser kagid dibînim. Di we baweriyê de me ku ev helwest piştî referandumê dê biguhere. Jiber ku deriyê Xabûrê negirtin". Peyamên li dijî referandumê jibo tifaqa xwe ya bi MHPê re didin.
Share



