"Em bi mebesta afirandina sponseriya civakê li seranserê Australya hatin damezrandin"

lisa.png

Lisa Button, CRSA CEO Credit: Supplied

Civaka Sponseriya Penaberan li Australya (CRSA) rêxistineke xêrxwaze Australya ye serbixwe ye. Ew rêxistineke nû ye ku di sala 2021 de hat damezrandin. Dû re, di nîvê sala 2022 de rêxistinê bernameyeke ku piştgirî dide penaberan (CRISP) dest pê kir.


Lisa Button, Birêvebira sereke ya Civaka Sponseriya Penaberan li Australya (CRSA) ji SBS Kurdî re dibêje rêxistina wan ji bernameyeke sponsoriya penaberan ya li Kenede îlham girtiye.

"Me ji bernameya sponseriya penaberan ya Kenedeyê îlham girt û fikirîn ku tiştekî wusa dikare li Australya bi rastî baş karbike wekî rêyek berfirehkirin û başkirina niştecîbûna penaberan li vir."

Pîlotê Entegrasyon û Çareserkirina Penaberan a Civakî (CRISP) ku ji hêla hukumeta federal ve tê piştgirî kirin di nîvê sala 2022 de hate destpêkirin. Armanca vê bernameyê tevlêbûna Australîyên rojane di alîkariya penaberên nûhatî de ye.

"Her komeke ji pênc yan zêdetir Australîyên mezin yên xwedan rûniştina daîmî ne, dikarin wekî komekê werin cem hev û bibêjin ku em dixwazin pêşwazîkirin û piştgirtina bicîhkirina penaberên ji derveyî welêt rasterast di nav civata xwe de bikin.
Em wek Rêxistin hin rahênan û piştgirîyê didin wê komê, ji bo amadebin ku wê rolê bilîzin. Dû re em wan bi malbateke penaber re hevaheng dikin ku dê vîzeyê ji Wezareta Karên Hundir werbigire ku li benda bicîhbûna li derveyî welatin," xatûn Button got.

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service