"Hezm kird be new’êky tir basî ew şitane bikem wa lam mûhîm bû."
Rûdanekan û hewallekanî cîhanî zor serinc rakêş bû bo Sham Jaff, bellam hestî kird nextêk alloz e bo ew kesane wa perwerdeyan lê nebûwe, boye rojnamey WHLWî damezran.
"Meselen xuşke biçûkekem … hemu carê epirsê … bo çî eme rû edat …çunke ew tê negeyşt.. hest’m kird berpirsyayêty min e tê biga."
Be rêy em rojnameye, rojnameyê tirî damezran, tenha bo rûdanekan û hewallekan taîbet be Kurd û Kurdistan, be nawî “What Happened Last Week in Kurdistan (WHLWiK)”.
"Şitê bu ke zor zor lam mûhîm bû…emwîst basî hemû dinya bikem.. bes le eynen katîş bom nebû hemû hefteyêk basî Kurdistan bikem."
Bellam WHLWiK tenha bo Kurd nîye, Sham her we ha haz dekat zanyarî û agadarî Kurd blaw katewe bo gelî xelkî cîhanî.
"Zor kes heye gwê lê (WHLWiKI) egrin ke Kurd nîn..zor tir basî mêjû û keltûr û dîyarberçawî Kurd dekeyn."
Bellam weku rojname û bername (Podcast) nemênê, Sham amancî tirî heye bo WHLWiK, çûnke hest dekat peywendîyeke le beyn Kurdî gelî cîhan nextêk biçrra we û Kurdayetî mallewe û derewe cîyawaz e, legel hez dekat bîbestê.
"Hez dekem bibête platformêkî taîbet bo gencî Kurd’î Kurdistan û Dîyaspore, agaman le yek tir bêt."