Helbesta ‘’Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng", xwediyê wê, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan e, ku li welatê Swêdê koça dawî kir. Bozarslan ji Amedê ye û 49 salan ji welatê xwe dûr bû.
Mehmet Emîn Bozarslan li Tirkiyê, yekemîn alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî, di sala 1968an de nivîsand û ev berhema bi navê ‘Alfabê’ di heman rojê de hate qedexekirin.
Di sala 1978an de Ferhenga Kurdî-Tirkî çap kir û di nav 20 salan de çar bergên ferhengê amade kir. Kovara Jîn, Rojnameya Kurdistanê û Mem û Zîn ji Kurdiya bi tipên erebî wergerand tipên latînî.

Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike



