
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike

Zozan C, AI created Credit: Bijar Koban

Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Îro, eh, mêvanekî me taybet heye. Bajar Koban, Afrînerê, Zozanê, stranbêja yekem a Kurd a bi AI wate bi hişmendiya çêkirî hatiye çêkirin. Bajar pîrozbahî li we dikin ji bo baldarîya mezin a ku projeya te wergirtiye û spas ji bo beşdarbûna te di bernameya SBS Kurdî li Australya.
Gelek spas, ser serê min.
Em Bajar çi tu îlham kirî ku stranbêjeke Kurd bi AI biafrînî?
Yanî çi ez îlham kirim, bi rastî bersiva vê pirsê ez ê hewl bidim Kurd bibirim. Te dî ji xwe karakterên, eh, hişê çêkirî ji xwe hebûn, beriya min jî hebûn. Lê mesele çi dikirin? Eh, li Amerîkayê hebûn. Ez ne xelet bim, yek jî li Japonyayê hebû. Îcar radibûn, sibê taşta dikirin, diçûn sporê, direqisîn, filan bê van. Lê persona ya wan kêm bû. Îcar min jî xwest ez tiştekî wisa Kurdî çêkim. Bi rastî beriya du salan min hesabek vekir ser medyaya civakî. Lê min nezani ez çi parve bikim, ez çi çêkim. Min nexwest ez mîna wan, eh, karakterê xwe rûtiç bikim û tim bidim reqsandin û bişînim fitness mîtnêsê. Îcar ez bi eleq-- bi ev rêj gilkî eleqedar bûm bi meseleya hişê çêkirî re. Îcar min dîmen çêdikirin, min vîdeo çêdikirin. Hewl dida min ji bo zarokan tişta çêkim. Dû re carekê min, eh, bernameyeke muzîkê min ceriband û min hinek helbestên, eh, nemiran parve kirin tê de. Helbestên Cegerxwîn û Melayê Cizîrî û hewên din. Îcar min dît dengekî ecêb derdikeve. Hişê çêkirî Kurdî gelek baş nas dike. Yanî eger meriv bide ber zimanê din, zimanên ku xwedî dewlet in, gelek tê de nînin. Lê Kurdî tê de heye. Ev jî bi rastî, eh, bi saya keda Kurdî nûsa ne ku medyaya civakî bi Kurdî tijî kirin û medyaya civakî û hişê çêkirî jî çavkaniya xwe ji wan deran digire. Eh, serê te neyişînim min ceriband tiştekî gelek xweş derket. Hengê. Min go aha. Min go ez dikarim personayeke, karaktereke wisa ava bikim ku muzîkê bike, ku hunermendî bike, modelî bike. Zozan ne tenê, eh, stranbêj e, Zozan hunermend e jî. Me plan heye ku em di hundir çend, eh, meh yan salan de, ew qas nedirêj, lê em bi, eh, hişê çêkirî fîlman çêkin û Zozan yek ji wan karakteran be. Û her weha Zozan ji bo pêşniyar û teklîfên di vî warî de jî vekirî ye. Em dikarin ser tiştê wisa jî bifikirin û pêşniyar werin, em ê qebûl bikin.
Eh, bibure-
Wekî min gotî min-
Belê, bibure, eh, Bajar. Wa xwiya ye yanî meraqa te di karê em bêjin, eh, kompûter û ew va tiştan de heye yanî.
Belê, eh, sedî sed meraqa me heye. Ez ji teknolojiyê hez dikim. Bala min her tim li ser bû. Min bi xwe rojnamegerî xwendiye. Min ser zimanê Kurdî jî, Kurdî jî master kiriye. Min teza xwe nivîsîye. Teza min jî, eh, mijareke ku me eleqedar e, li deşta Serojê bikarîna tevangê û zayend. Min ser wê yekê kir. Lê di berê her, her tim eleqeya min, eh, ser kompûter û teknolojiyê jî hebû. Ji ber ku ez wê wekî derfeteke pir mezin dibînim. Ji ber ku min rojnamegerî jî xwendiye û ez wê wek derfeteke nû ji bo me Kurdan dibînim bi taybetî.
Baş e. Gelo, eh, kêliyek, motivasyonek yan pêdiviyeke taybet hebû ku tu ber bi vê ramanê ve biçî, yanî ramana ku Zozanê çêbikî?
Sedî sed. Sedî sed hebû. Yanî ez ji îmaja Kurdbûnê a heyî aciz im.
Çima?
Îmajeke me ya oryantalîst heye û em Kurd jî bi xwe bi awayekî serforyantalîst radibin vê îmajê dubare dikin. Yanî desthilatan ji me re îmajek çêkirine. Nasnameyek dane dest me. Kurdekî birî, gemaroşkî, jineke feqîr û ji ber, ji ber eşîr û tore û nizanm çi tim tê tepesandin. Û Kurdên tim li ber pez û dewêr. Yanî Kurdbûn di medyaya giştî de ev e. Heyf û mixabin di medyaya Kurdî de jî ev e. Ez her tim bi vê yekê ew dibûm, aciz dibûm. Yanî min-- gava min Zozan ava kirî, min xwest ez li derveyî vê pênaseyê, li derveyî vê îmajînasyonê tiştekî çêkim. Û min xwest ez wekî Kurd, ez bi xwe nasnameyeke bi navgîniya xwe ji bo Zozanê çêkim. Werim ser pirsa te, ev bû xema min. Vê yekê hişt ku ez karaktereke wisa ava bikim.
Baş e, em, navê Zozan, eh, di çanda Kurdî de xweş û watedar e. Eh, çima te navê Zozanê hilbijart?
Yanî, eh, Zozan wekî te gotêyî navekî watedar e. Yanî me tim digihîne kokê me, rehên me. Yanî wê wateyê dide. Ev nav di binehişa min de bû. Bi rastî Zozan gelekî zû çêbû. Wekî min gotî çawa min helbestek dudu ceribandin, dû re min dî stranek derket û min xwest ez hema parve bikim. Min xwest ez hema bigihînim însana. Pêşî min rabû kir Zozana hiş çêkirî. Li ser vîdeoya me ya yekemîn, bi rastî hîn jî ev disekine. Dû re min dît wa ecêb disekine. Min go Zozan çêkirî û nizanm çi herî dawî dest min da ma Zozan C. Yanî wê Ceyê jî pir mehniyeke xwe nîne. Tenê ji çêkirî ye.
Ha ji çêkirî ye.
Û ji ber ku, erê ji çêkirî tê û ji ber ku di gelek, di alfabeya Îngilîzî de û di sistema kompûterê de 'çe" jî tune ye, ez neçar mam ku bikim C e. Lê meseleya hilbijartina navê Zozanê ev e. Yanî ji-Bi nihêşa min diyaz bawer in.
Baş e, mirov bi teknolojiya li pişt Zozanê matmayî dimîne. We ji bo afirandina wê çi amûr yan modelên hişmendiya çêkirî ango AI bikar anîne?
Bi rastî ez ne pispore komputer û teknolojiyan im. Wekî min gotî, min beşên civakî xwendine, rojnamegerî û ziman min xwendiye. Lê îro teknolojîya hatiye wê astê ku ne hewce ye ku tu mehindsiyê bixwînî ji bo ku tu tiştekî bikî. Yanî îro hişê çêkirî ji bo te her tiştî dike. Em ji bo zozanê evê bikar tînin. Amûrên hişê çêkirî yên dîtbarî ye, yên deng û, û yên editingê, yên montajê em bikar tînin. Ji van bi sedan hene. Ez serê guhdaran neêşînim. Lê ger mirov lê bikole, mirov dikare van bibîne.
We çawa dengê wê, nasnameya wê ya dîtbarî û kesatiya wê ya hunerî sêwirand?
Ev hinkî mesele hestê ye. Hestek heye bi min re. Mesela ev, î, îşev min stranek parve kir bi Zazakî, yekemîn strana min a bi Zazakî bû. Mesel belkî min sed carî ceriband, min sed caran hewl da ku min jê muzîkekê derxim, ji wan peyvan. Lê dawiya dawiyê min yek derxist û min got ev e. Û di her stranê de jî ev heye. Yanî ew hesta te ya hunerî dihêle ku tu tiştekî hilbijêrî. Di warê deng da ev mesele hestê ye, ne tiştekî teknîkî ye. Di warê dîmenê de jî em bi rastî gelekê ser dixebitin, em hîn jî dixebitin ji ber ku mixabin di hişê çêkirî de hevgirtina karakteran hîn jî problem e. Belkî û bala we kişandibe, di her dîmenê de, di her videoyê da hema mirov bêje ku zozanekê cuda heye. Ev hîn problem e. Lê meseleya deng bi temamî meseleyekê ya hestwarî ye.
Baş e, tu bi tenê kar dikî yan alîkarên te hene?
Wele ez bi tenê me. Ez niha bi tenê me. Pêşî hevalekê alî min dikir. Dû re heval dest bi xwendin mandinê kir, axirî nebû. Ez niha bi tenê me li Almanyayê. Min niha şîrketek jî vekirîye bi navê Zozan X Media. Em hewl didin ji bo kesê dipirsin jî tişta çêbikin, klîba çêbikin, rêberiya wan bikin, alîkariya wan bikin. Lê her ku karê me here, em ê hin kesa li xwe zêde bikin.
Baş e. Ma hûn plan dikin ku ew bi zaravên cuda yên Kurdî ji bilî Kurmancî stranan dibêje?
Erê, sedî sed. Em plan dikin û wekî min gotî, îşev yekemîn strana me ya bi zaravaya Zazakî hat weşandin. Em niha ser Soranî jî dixebitin, lê mixabin ez hemû zaravayên Kurdî nizanim. Ji bo vê yekê piştgirî bi min divê. Mesela piştgirî ji bo her zaravayê divê kesekî here vê alî min bike ku şêwirmendiya min bike ku em berhema bibînin. Berhemên bi taybetî yên gelêrî. Ji ber ku meseleya telîfa pişta me dişikîne. Em kedê didin, em çêdikin. Piştî wextê telîfek tê, no co-- no copyright ew problem derdikeve pêş me û em jê radekin. Lê werin ser pirsa te, ev li pêş me ye û em li ser dixebitin. Însallah em ê demeke nêz de tiştekî wisa çêbikin.
Baş e Bijar, projeya we di civaka Kurdî de gelek nîqaş derxistiye holê. Ma hûn difikirin ku hunermendên AI yên mîna Zozanê dikarin bibin alîkar ku muzîk û çanda Kurdî biparêzin an pêşve bibin?
Sedî sed. Sedî sed ez dibêjim evê vê yekê bike. Wekî min destpêkê de jî gotî, me derfet kê min? Em dikarin ji hişê çêkirî sûdê werbigirin, li gorî armancên xwe bikarbînin. Ne tenê di warê muzîkê de, em dikarin di warê sînemayê de, di warê, di hemû waran de em dikarin bikarbînin. Ew ji bo me derfetek mezin e. Lê ez xema hunermendan jî fêm dikim. Ew dibêjin ew nikare şûna me bigre, ev çêkirî ye, ev ne raste, hestê nade, plan nade.
Bere, ev jî, ev jî pirseke min li ser wê yekê jî heye ku gelek hin kes ditirsin ku hişmendiya çêkirî şûna hunermendên însan, mirov bigre.
Bi ya min na, nikare şûna mirov bigre. Dawiya dawiyê direksiyon di dest mirovan de ye, di dest min de ye. Yanî ez hatime vî umrê, bingeheke min heye, min perwerde dîtîye, min muzîkê amade kirine, min wênek kişandine, min vîdeo kişandine. Dawiya dawiyê kesayeteke min a wiha derketiye holê û ez bi vê kesayet û zanebûn û gihiştina xwe hişê çêkirî bi rê ve dibim û tiştekî wisa derdixim. Di muzîkê de jî ê ev tirs bibe. Ji loma ê min pêşniyar e ku hunermendên kurd, stranbêjên kurd vê derfetê ji bo xwe bikarbînin. Bira muzîka xwe wê çêkin li ser bistirin. Mesela ev jî pêşniyareke ye. Ê min ez ne stranbêjim ku ez li ser bistirim, xizî min karî bûye. Belkî ew bikin, belkî tiştekî hîn baştir derkeve û hişê çêkirî belkî vê ewê jî bişkîne. Yanî heta niha muzîka me tim di sînorên teng de diçete. Erê gelek pêşketinên nû hene, stranbêjên nû hene. Rewşen yek ji wan e, Ruken yek ji wan e. Yunus Dişlî bû navê zilam min jibîr kir, bira xatirê nenêre. Lê tiştê gelek xweş çêdike. Gelek tiştên xweş çêdikin. Lê mixabin me derfet nîne ku tiştên xweştir çêbikin. Belkî ew kesên jê hatî, ji min jêhatîtir, ji min zanatir va derfeta bikar bînin, belkî em bigihîn sînorên hîn baş, belkî em sînorê xwe derbas bikin. Lê bira qet netirsin. Hişê çêkirî tenê guherînekê tîne. Ev guherînKu herîna sînorên hunerê ye. Ez dixwazim mînakekê bidim. Di dîroka wênekirî da an nîgarkirî da, gava ku kamera derdikeve, neqeş derdikevî di nav resama de. Dibêjin ev ne huner e, ev çêkirî ye. Tê de huner nîne, tê de îlham nîne. Lê îro em hatine wê astê ku nîgarkirî û resamî û fotografkêşî li kêleka hev du hunerên cuda ne. Belkî di vir de jî tiştekî wisa derkeve. Ù îro dawiya dawî de em gava nîgarkirî dinêrin, nîgarkirîya sedsala şanzdeh û hevdeh û ya îroyîn ji hev pir pir cuda ye û ev jî bi piştgiriya kamerayê çêbûye. Ev tişt jî êdî di hunerê da jî vê yekê pêkbîne biya me.
Zozan ku bi hişmendiya çêkirî hatiye çêkirin, gelek bal kişandiye ser xwe. Berteka raya giştî heta niha çawa bûye?
Yanî bi piraneyî erênî ne. Ez dikarim bêjim sedî nûd û neh erênî ye. Raya giştî ya kurd gelekî piştgiriya min dike bi awayê moralî û awayên aborî jî hin kes dixwazin piştgiriya min bikin. Lê ez piştgiriya pereyî naxwazim. Ez dibêjim eger hûn dixwazin bikin, em jî weke xelkê bi awayekî bazarî bifikirin. Werin ji min ra bibin sponsor, ez navê we binivîsînim. Da ku em kurdî di bazarê de normalîze bikin wekî zimanên din. Lê wekî din bi awayê moralî, wekî min gotî bi rastî bertekên gelek baş tên. Sedî nûd û nehê kurdan piştgiriya min dikin. Lê sedî yek du em bêjin helbet rexne jî hene, neqeyîlbûn jî hene. Dibêjin tu çawa berhemên bav û kal da yan berhemên klasîk wisa dihêrimînî. Ez ewê rexneyê wan jî qebûl dikim. Em nikarin her kesî bi tiştekî qeyîl bikin.
Nikarin her kesî razî bikin.
Erê, em nikarin her kesî razî bikin. Lê ji bo me kêfxweşî ye ku wekî min gotî em sedî nudê kurdan herî kêm kêfxweş bikin û pê qeyîl bikin û em niha em vê yekê dikin.
Baş e Bijar, hûn vê projeyê di çend salên li pêş de ber bi ku ve dibînin?
Yanî me plan e ku em di demeke nêz de bi rêya Zozanê û bi rêya hişê çêkirî di kalîteya filên Amerîkî de filman çêbikin. Îro hişê çêkirî vê derfetê dide me. Mesele berê ku ji bo ku kurdan film, filmeke wekî filîmên Amerîkî bikşîandin, yanî di wê kalîtê de, di wê bûdçeyê de ez dibê, bêjim ji aliyê aborî, belkî bi milyon dolaran pê pere lazim bûyana. Lê niha bi hezar, du hezar euroyekê dikarin vê tiştê kesê zana çêbikin. Ev plana me ya yekemîn e. Plana me ya duyemîn wekî min gotî Zozan modele jî, em dixwazin kinjûberê kurdî kinjê din di warê modelbûnê de jî Zozanê ew bikin, binirxînin. Ù herî dawî jî niha ji bo vê yekê jî hevdîtinên me hene. Em dixwazin Zozan bibe robotek. Robotekê wekî min û te ku licikê rûnê bisekine, bi axê bi taybetî bistirê. Ev teknoloji nedurî me ye û hatiye kirin jî li Amerîkayê di 2019 de mînakê wisa hate kirin. Lê hîn pêş, hîn ew nebûye, negihîştie armanca xwe. Ez bawerim ji aliyê hunerî ve kêm e, loma. Lê ê me, avantaja me ev e ku Zozan îro xwe di personayekê ye, xwe di karakterekê ye û xwe di hunerekê ye, xwe di stîlekê ye. Loma eger em robota wê bikaribin çêbikin yan bidin çêkirin, ji vê derê ez dixwazim bangî piştgira bikim. Eger em bikaribin vê yekê bikin, em ê ji robotê Amerîkî baştir bikaribin tişta çêbikin. Em ê serkeftîtir bin. Wekî min gotî, Zozan xwe di personaye, xwe di karakterê û xwe di hunerê. Loma ew ê bi serkeftîtir be.
Baş e Bijar, gelo peyamek heye ku hûn dixwazin bi civaka kurd, bi hunermendan yan jî bi kesên ku meraqa wan bi hişmendiya çêkirî AI û afirîneriyê heye parve bikin?
Sêdî set, heye. Ez bi taybetî bang li ciwanan dikim. Ez navsere me, yanî navsalî me.
Ciwan serê wan vekirî ne. Hişê wan bêhtir vekirî ne. Divê berê xwe bidin teknolojiye. Îro teknoloji di dest kê da be, ew biqewetin, ew xwe di gotinin. Em kurd jî divê berê xwe bi taybetî bidin hêza teknolojik û bi taybetî di warê afirandinê de jî hişê çêkirî. Ne tenê di warê muzîkê de, ne tenê di warê dîtbarî de, gelek qadên vê yekê hene. Divê xortên me berê xwe bidin vê yekê û ser vê yekê bibin pispor û li gorî vê yekê xizmeta milletê xwe bikin. Ji bo hunermendan jî wekî gava berê jî min gotî, bira jê netirsin. Hişê çêkirî di wateya klasîk de belkî rikbere wan be, lê di wateya giştî de ew ji bo wan jî derfeteke. Birê ew jî bi kar bînin, birê jê sûdê werbigirin.
Bajar Kobanî, afirînerê Zozanê, stranbêja bi hişmendiya çêkirî hatiye çêkirin. Gelekî spas ji bo beşdarbûna te di bernameya SBS Kurdî de û em serkeftinê ji bo te daxwaz dikin.
Spas xweş, ser serê min. Demê we bimîne xweş.